saqî were řengîn ke be pence lebî eqdaḧ

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  4603 views
saqî! were řengîn ke be pence lebî eqdaḧ
bem řaḧe, leser řaḧe, dełên: řaḧetî erwaḧ
bem kase leser pence dełên: nûrî ’ela nûr
řexşane le mîşkatî qedeḧda wekû mîsbaḧ
qetrêke le beḧrî kerem û řeḧmetî fettaḧ
nek areqî kermî ’îneb û şerbetî tuffaḧ
bew deste ke wa merheme bo em diłî xeste
bew pence ke bo babî guşayş ewe mîftaḧ
bew dennî furate ke deka peşşe be ’enqa
nek lew xumî nîle ke deka baxe be tîmsaḧ
piř ke qedeḧî piř fereḧî bêtereḧ û ẍem
nawîlْnî, we nadîmnî û ẍazîlnî bal’efraḧArabic
lem gerdişî mînaye ke wa dewre, ne cewre
saqî keremî sayqe, nalîPen name meke îlḧaḧ