sernûsînim wehaye

From the Book:
Baxçey Kurdistan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  719 views
sernûsînim wehaye
benawî taqe xwaye
hîç kes nazanê çone
ne taze û ne kone
eger binûsim witar
nûsrawe hezar hezar
hênde ełêm ka’nat
bebê westa wanehat
her kes biłê bê westa
em ka’nate westa
bîr çon ełê wehaye?
çûnkû muḧtacî xwaye!
biłêyn ḧeywan û gya
her xak kirdî be tenya
xakîş le řoj cya bû
be milyon sał weha bû
ey řoj deskarî kêye?
êş kêye wa becêye
be xwa bexwa muḧtacîn
bo westa na’îlacîn
le felsefe û le ḧîkmet
le asar û şerî’et
’ilmî menqul û me’qul
nûsrawe zor û be tul
giştî binên bew lawe
hêşta keşif nekirawe
basî xwa kem û zor
řoşin nabê be hîç cor
xot mexore welwele
lem beḧre neykey mele
beḧrêke zor bê payan
çen feylesofî xinkan
xwace nesîrPerson û xeyyamPerson
pyawanî xwa çwar îmam
abwal’ilaPerson û efẍanîPerson
felasfey yonanî
emane hîçyan nekird
řêyan bexwa hîç nebird
eş’erîPerson û mu’tezlePerson
sernekewtin lem pile
êmey bê ’ilim û maye
çî bikeyn lem mu’emmaye
çak waye ke bêdeng bin
her wek neqşî řûy seng bin