fesłî payz

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  814 views
ey weten payîz bexêr bê, çunke êsta bawme
germ û sardî fesłeket ’eynen diłey şêwawme
bařeşt ahî derûn û hewrit her wek çawme
nimnimî baran ebarê wek tikey zûxawme
şax û daxî to nimûney cergî hełqirçawme
gêjełûkey ser milanit wek henasey piřgirîn
tem le ser kwêstanekanit dûkełî qelbî ḧezîn
sardî eşkewt û muẍarit wek derûnî piřbirîn
pûşî wişkî deştekanit bendî cergî agirîn
bergeřêzanî dirextit ’umrekey fewtawme
ey weten ba pêkewe hełkeyne ser giryan û zar
to lebo gencanî ladê û min lebo lawanî şar
to le daxî hełpeřîn û min le daxî ’ûd û tar
eşkî xwênîn dabřêjîn herwekû hewrî behar
ger ḧeyam bê xwênî cergim şerbet û şekirawme
ey weten kwa ne’rete û nirke û guřey şêraneket
kwanê qanûn û nîzam û debdebey babaneket
boçî win bû ’îlim û ’eqił û sen’et û ’îrfaneket
cahil û madûnî xełkin serbeser xêzaneket
ey weten sa gwê gire lem şîwene lêşawme
ey weten hêndê benawî toyewe casûsî tam
ey weten be’zê le daxî toye bû be pendî ’am
fîkirî xomit bo beyan kem muxteser axirkelam
şerte ta to bî ḧeram bê zyaretî «bît alḧiramArabic»
şarezûrLocation cêy se’î û merwe û sefa û piřtawme
ey weten xo min benaḧeq serkiz û aware nîm
řołekey xotim be pakî, dujmin û xwênxiware nîm
min ke řoley kurdistanim weḧşî û petyare nîm
wa mezane kewte řojî xoy, weha bêkare nîm
seyrî meẍzî dujminit ke têkelî xwênawme
hozî kurd yaxwa nemênim bo henasey serditan
bo xem û ahî derûn û bo diłey piřderditan
bo liçî wişk û bebar û řeng û řûmay zerditan
dûr le xoy bêşwêne mecnûnPerson her le şax û herditan
şîwenim sermeşqe kurde bo weten kêşawme
ey weten to memleket bûy key weha wêrane bûy?
key esîr û jêrçepokî dujmin û bêgane bûy!
beynî beynełła weten her ta ke bûy merdane bûy!
’esrî pêşû bêşełanî komełî şêrane bûy
min ke nařom xoşî ’esrî ardełanit dawme
ey weten nawbirdinit bo min yeqîn şêtaneye
şêreket bo pare îmro xadmî bêganeye
min ke bêparem dûsed koşiş bikem efsaneye
ey weten xełqî ełîn pêm «qani’îPen name» dêwaneye
ey xwa çî bikem lebo em mîllete fewtawme