ya muḧemmed lêw bebar û dił beburyanim meke

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  1678 views
ya muḧemmed lêw bebar û dił beburyanim meke
ey ře’îsî herdû dinya, dîde giryanim meke
deste ejno û çaweřêgey destî yaranim meke
min ke alî tom, zelîlî barî ’îsyanim meke
ẍeyrî qapî ře’fetit bo kes senaxwanim meke!
ey şu’a’î şems û kewkeb şu’leyî enwarî to!
zînetî cinat ’idinArabic şubheyî řuxsarî to
ey buraq û tac û řefřef xel’etî enwarî to
ey mesîḧa çaweřêgey nuqteyî guftarî to
beş biřaw û bê nisîbî lutif û îḧsanim meke
ey xułamî baregahit qeyser û dara û cem
ey le dîwanî cezada şafî’î cumle umem
mesnedî ewřengî bezimit kewte jûr luḧ alqilimArabic
întîzarî feyzî lutfî ton hemû ’urb û ’ecem
ẍeyrî alî tahrînit deste damanim meke
to kelîm û tekyegahit ’erşî e’zem mîslî tûr
qab qewsînê le beyna ma be têkeł nûr û nûr
ba’îsî tez’înî qesir û cennet û sîmayî ḧûr
řojî meḧşer çon be barê negbeto bêm bo ḧizûr?
sa leber xatir ḧisênit dił perêşanim meke
wasîtey nutqî be’îr û muqtedayî murselîn
şatrî meydanî feziłit sed wekû ruḧ al’emînArabic
řêze coyî xwanî lutifit sed hezaran ’akfîn
ya řesûlełła be ḧeqî al û beytî tahrîn
ser kiz û aşfite ḧałî destî şeytanim meke
mexzenî esrarî ẍeyb û řehberî řêgey huda
xakî řêget kiḧil ma zaẍ albisirArabic bo enbya
şarqî burcî nibuwet şahbazî kîbrya
řeḧmî xêrit bê be qani’Pen name, gyane to û zatî xwa
kwa xełatî musteḧeqqim? řût û ’uryanim meke