yar

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  1117 views
diłim zincîr ekem emma le yarî diłřuba çî bikem
řegim wişke wekû pûşe le quwey kareba çî bikem
ke min pêm piř le xarî mîḧnete hertakû ber ejnom
qedem endaz ekem bo lat legeł kewşî wesa çî bikem
le řoj bêzarim û meḧrem be min her tarîkî şew bû
ke sêber her řeqîbim bê, le řojî aşkira çî bikem
zemane her se’atê sed lîbasî zeḧmetî poşam
ke bergî matemî xoşî bê, le bergî kewa çî bikem
swarî řewřewey mergim eçim bo bezmigahî goř
ułaxî ’aryem nawê le meydanî fena çî bikem
demê kujrawî ebrotim, demê kujrawî egrîcet
ebê tawê xemêkim bê le yarî bê wefa çî bikem
be awî tîrî ebrot şorya cewr û gunaḧanim
leřêwe cennete cêgem le dîwanî ceza çî bikim
xeyałim bû leser emrî mela terkî me’asî kem
ebînim xoy řya baze, le ta’atî řya çî bikem