gerdûn

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  685 views
wa dîsan gerdûn hate qîn û qar
baran eřjênî wek hewrî behar
axo kam wiłat eka yexte sar?
ya kam diřk û dał eka begułzar?
îşî her waye dewranî ẍeddar
sałê min dem wişk to têr aw eka
sałê wîşke dêm be beraw eka
sałê baş fela nan biřaw eka
aha, ke fełek şał û caw eka
leser hîç barê nagrê qerar
ka eda beseg êsqan be bargîr
pîrêjin bo kuř kiç eda be pîr
pare bo řezîl des biław feqîr
weḧşî bedił xoş ’aqił mend û zwîr
fełek hey nejî leřûy řozgar
çende qîn û qar naḧeq enwênî
diłî çend hejar bê hîç eşkênî
pişt le pyaw eka ta pyaw edwênî
be çolekey ḧîz waşe eřfênî
dek piştit şikê çerxî çep kirdar
to her ew çerxey qeysit mecnûnPerson kird
kelley ferhadPersont wecamî xun kird
çen newcewanit to sernîgûn kird
xakî kurdanit we bêstûn kird
sîney xusrewPersont diřî ta be xwar
qani’Pen name ledes çerx çepgerd çî ekey?
hana û hawarit bo lay kê ebey?
eger řas ekey têkoşe sa dey
em řêge dûre bełkû bikey tey
bo kurdî mezłûm bikewîte kar