ey kurdî xefet bar û birîndar û perêşan

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  590 views
ey kurdî xefet bar û birîndar û perêşan
ey mîlletî bê pişt û bebê yawer û ’uryan
cêmawî legeł new’î beşer taqmî yaran
małdarî bebê mał û serî bê ser û saman
řasto be lexew seyrî bike ’alemî îmkan
kurdîne îtir xizmetî eẍyar heta key?
şwên kewtinî bêganeyî xunxiwar hetakey?
diłpakî legeł ’eqrebî çizdar heta key?
hełgirtin û maçkirdinî řeşmar heta key?
’alem hemû xendan û etoş zarî û giryan
kurdîne werin ḧałî bibin zarî û şînim
boç wa bexem û quř beser mat û ḧezînim
wa min emirim bo wetenim dîde girînim
lem ḧałetî meḧkûmye bêzar le jînim
haware desa ẍîretê ey komełî şêran
ew řoje ke meydanî meqamatî xwaye
meydanî ḧesabat û gunahan û cezaye
ewbałî em ewza’e leser pyawî bełaye
biřwane çi ẍewẍaye çi hawar û heraye
yek řawkerî...Missing û yekê pas kerî....Missing
ey kurdî sitemdîde heta key le melala
bêgane leser nê’metî to wa le celala
bew xwêne qesem carîye emřo le şîmala
bê xwên nîye sûdit le cwab û le su’ala
ger merdî were ḧazre serbazî û murîdan
sed xozge bewey mird û nema nawî le kaye
bê xem le xemî ham weten û bawik û biraye
dûbare dûsed xozge bewey ẍerqî fenaye
nazanê ke ewza’î zemane le çi daye
sa min çî bikem derbeder û bêkes û ḧeyran?
xo min be temay tacî key û textî qeceř nîm
xawen qełemim saḧbî şimşêr û siper nîm
danîştûy ser małim û seyaḧî sefer nîm
çî bikem wekû yaranî tirim bê ser û der nîm
ta řoḧ lebedenmaye enûsim xemî kurdan
ey kurdî cefa dîde bese qeydî esaret
nadan be kutek ḧałîye dana be îşaret
em şînî mine bigre le dił meyde be ẍaret
takey be kizî û laremlî bend û nezaret?
hey hate de hey hate eya cem’î dilêran