xozge, xozgey «qani’»

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  638 views
xozge min řojêk ebûm be me’mûr
ehatin bo lam nizîk ta le dûr
îşyan pêm ebû le çak û xirap
řam ekêşane pay ḧeq û ḧisab
axo nawçawim le kes girj ekird?
destî tema’im bo hîç kes ebird?
ya emut eme hejarî hoze
lemin zyatir diłsozî koze
behoy çwar wawe minîş pyawim
danîştûy kursî û xawenî nawim?
hejarî xome ba neyfewtênim
be xut û xořayî diłî neşkênim
er îş keyn bo yek gewre ta biçûk
egeyne hewar zor be sehil û sûk
***
xozge (2)
xozge min ḧacî ya tuccar ebûm
aşnay ladê û ehlî şar ebûm
kutał û çayî û şekir beferde
efroşt be xełk be ḧuqe û berde
axo ḧuqekem qurs ebû ya sûk?
tenekey deẍiłim gewre ya biçûk?
mîtirim řûsûrî la yezdan ebû?
ayerem tewaw ya nuqsan ebû?
eger hejarî baweřî bû pêm
çîtim pê eda be nirxî kirêm?
emut bew meke ke çûme nawî
nemxełetanûy çakim pêdawî?
qesem bew qufłey desim pê girtiwe
małî hîç kesim be fêł nebirdiwe
ya emut eme hawxiwênî xome
eger pîneçî yawekû dome?
herdû haw ziman, herdû hawdînîn
herdû zayndey yek serzemînîn
ba neyxiłetênim kone be taze
qazancîş xoşe bełam endaze
***
xozge (3)
ax tebîb ebûm le xestexane
ehatin bo lam xwêş û bêgane
bo wirdibûnewey nexoşî hejar
çendim wer’egirt dirhem û dînar
emut be «ta» dar dexîl «îsqa» te
firyay xot kewe řojî necate?
ya emut eme bebê pareye
gîrodey załim zor bêçareye?
çak waye kemin dermanî bikem
heta pêm ekirê hewłî bo bidem
çun mirdinî ew mirdinî mine
gurzî tengane çengî dujmine
beboney çwarî wehawe pyawim
eger ew nebê key xawen nawim?
***
xozge (4)
xozge min aẍay xawen dê ebûm
xawen desełat şwên û cê ebûm
axo hejarim ebirde bêgar
ya řoj ne řojêk emkêşaye dar?
emut bangî ken ew tule babe
îş û firmanî boçî xirape?
parem wer’egirt behoy aẍane
katî jin hênan řesmî sûrane
ya emut eme payey dewłete
xezêney min û bazûy mîllete?
ew binkî dare min liqî darim
eger ew bibiřn min serewxiwarim
ew behawîna ẍîret enwênê
tik tik areqî nawçaw eřjênê
nan peyda eka bo dîwexanim
řon ko ekato bo sifre û xwanim
ba xoşim le boy tewawî nekem
berdî damawî le ejno nedem