jinî dû mêrde

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  550 views
şaweys û baweys şerîkî jin bûn
cêgey pêkenîn dos û dujmin bûn
xatûn ke jinî herdûlayan bû
bo xizmetkirdin kewte hatûçû
egerçî xatûn çust û çalak bû
be şew û be řoj diłî xemnak bû
çûn tebî’etyan leyek cya bû
emyan bê ḧeya ew beḧeya bû
em bê xwêy ewîst, ewyan swêrî exward
em cêgey ewîst ew bo awî enard
emyan arezûy baxełî ekird
ewyan zo weçî tûtnî ebird
ta axrî xatûn geyî be gyanî
hatewe serxo hoş û samanî
witî be baweys hey kostit kewê
pirsyarim heye weramim ewê?
eger to mêrdî şaweys bo çîye?
şaweys mêrdim bê to cêget nîye
weramî dawe nazanî min kêm?
min kwêxa baweys hem nêr û hem mêm
bo şaweys jinim, leçaw to pyawim
pyawêkî tewaw xawenî nawim
netbîstuwe dinya ke xiley ega
xileyş heł’esa mam biley ega
gwê mede be fêł buwe ta buwe
em îşe xêre her îşî zuwe