nîştimanim

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  712 views
wetenî ême nan û xwanî heye
wetenî ême lawekanî heye
çen hezaran tifengiçî mû engîw
çen kuřî sef diřî cîhanî heye
çen hezar nazenînî bała berz
çende her wek perî kiçanî heye
her minałê ke hate heşt û ḧewt
arezûy yekyetî gelanî heye
herçî babî heye le kuř çatir
arezûy xwêndinî cwanî heye
kuř le babî behełmet û sur’et
bêşk û şubhe sed çenanî heye
çen swarî heye ke şêr ediřn
çende bê bak û sergerdanî heye
’eybî em kurde ger bibê emeye
qani’Pen namey sist û bê zwanî heye