qisey qani’ legeł qełemekey

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  558 views
qełem min û to û jyan mezłûmîn
her sê wêney yek bend û meḧkûmîn
min meḧkûmî çerx, to meḧkûmî min
jyan gîrodey dû sê dił dujmin
her sê baxewan baxî bê berîn
her sê melewan gêjî xeterîn
qełem lem beyna le nîweşewda
çawim çuwe xew le şîrîn xewda
çûme merkezî midîr nişînî
saḧêb qanûnat ’iziz û temkînî
be şer’ û qanûn pyawî dewłetmend
geday bał ebest eyxiste pêwend
herkesê xawen pare û dînar bû
lay midîr maqûł le ’am dyar bû
eweş hejar bê herquř bipêwê
be şeqî polîs tawê nesrewê
zor zor serxoş bûm lem ’edałete
lem serkewtine û lem se’adete
bo têgeyştin wez’î zemane
tenha û bê řefêq çûme çaxane
ke řwanîm hîç kes hîç kes nadwênê
her yek řojnamey şarilk exwênê
yekê turkî bû yekê be farsî
yekê ermenî, yekê çerkesî
ke řwanîm midîr be pêçewane
cerîde egrê lenaw ewane
tumes kabrayê nexwêndeware
be derdî cehil tewaw bîmare
feqet bîstûye me’muranî şar
cerîde ekiřn be pare û dînar
emîş ye’nî ha, minîş midîrim
xwêndewarî çak be derk û bîrim
leber çaw xełqa cerîdey ebird
emma serewjêr temaşay ekird
minîş danîştim her wekû ewan
bangim kird çaçî bom bêne «jyan»
min ke xom kurdim, kurdî zwanim
be řoḧ kiřîdar witey «jyan»m
witî babe gyan «jyan»m nîye
kuzî ber agir qîmetî çîye?
boçî nazanî ême nezanîyn
ḧez be xełk ekeyn dujmin xomanîyn
kuřman be kiç xełk egořînewe
weha ezanîyn eydozênewe
eger wanebîn êmeş wek yaran
egeyne hewar minziłgay jyan