ax bo kerî wa

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  563 views
hey bo kerê qeřabeser, deşt tey kerêkî basîyer
gwê kuřit û pan û nêreker, kułkin keło kut û bareber
bo řêge řew berqî fełek wiştir ziman û dem dełek
lulaqî řanî wek dimek etomubîlî řehguzer
haşirme gîr û xoş xeram berz û dirêj û hem zelam
hem cu şikên û tîj û řam, çabuk wekû şemendefer
şêrî ’ecem, espî ’ereb, îcade çaw û xoş leqeb
safî wekû cay ḧełeb, tund û geřok û karîger
tûkî sipî wek bałî bet, teř demaxî çeşnî şet
řêgîr û řas û bê ẍełet, daym le کۆە û deşt û der
maker ferîb û ḧeyte zil, daym bebê kopan û cil
ge řûspî, gahê xecił hem zeng le mil hem bareber
bê ’eyb û cwan û pozeřeş, hem gwêdrêj û barkeş
yał mayîn û aweze xoş, estûr mil û parêne ser
kilkî kiłafey ser kefeł, řeng dêz û tûkin wek çeqeł
dû hêlke gun turî pifeł, deng û seda, sofî nezer
ser řeşke ka eşkewte lût, wek be’zê aẍa řût û qût
bo qani’îPen name çaktir le cût, bê tirs û lerz û bê xeter