destî yek bigirin

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  540 views
mîllet dexîle hestin bizanin
êwe şerîfin xawen wîjdanin
serê berzo ken çawtan bibînê
pyawê be tenha hozê ejyênê
dewłemen tozê le xwa bitirsêt
hewałî hejar carcar bipirsêt
ba sê qat nebê xanû û seraket
parey qatêkî be be biraket
ta bîda be nan bo biçkekanî
ewîş beş biba le zîndeganî
çunke ew fewta toş her emrît
bibî be agir gun kes nagrît
çen xoşe birsî têr bikey le nan
xot bo be kuşt da le řojî meydan
dewłemen mełê qisey bo xoye
nebûnî hejar nebûnî toye
eger şeş hejar şew past neka
çete be tawê małeket eba
to qesrî sê qat bo bikey be mał?
min nembê zincî bo xom û minał