sipasî yezdan

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  493 views
yezdan herçende ke min natnasim
le nasînî to keř û kesasim
minêkî bêdił toyê bê nîşan
çonit binasim aman sed aman
hênde ezanim ke her to xway
bê şwên û cêge be taqî tenyay
lekes nebûgî û kest lênabê
arezût çone ebê herwa bê
baweřim heye û bûgî û her ebît
baweřim heye ke le kes naçît
baweřim heye ke gunah bexşî
baweřim heye be hîç nalexşî
baweřim heye be firîştekan
baweřim heye qurban be qur’an
baweřim heye be řehberanit
be řojî dwayî dad û dîwanit
baweřim heye be xêr û be şeř
arezûy toye çi wişk û çi teř
řê bem dûrîye û minîş bê toşe
er to nembexşî îşim peroşe