qani’ û şaxî hewraman

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  898 views
qełay hoz û gel şaxî hewraman
pirsyarim heye destim be daman
lelam řûnake şaxêkî sextî
pişt û komekî wext û bê wextî
ser kiławanit kwêstanî piř guł
temaşay gułit zaxaw eda dił
çinur û şewbo beřeza û keres
řêwas û pîçk dawênî heres
kewî denûk sûr kotrî haqû
qîjey qijake qijqijî pepû
kwêstanî berzî le gîtî takî
xetî macînoy kurdî bêbakî
kwêstanî berzî berze demaxî
gişt kes ezanê ke şax û daxî
kitêbî zerdeşt ke awêstaye
wek baqî kitêb xełatî xwaye
be zwan hewramî hate ser beşer
yanê hay zerdeşt bûy be pêẍember
ta dewrey xoy bû wek baqî dînan
bełam nesix bû ewîş be qur’an
«marîfet û pîr» witey şalyare
ke be pîrşalyar le gişt kes dyare
şaxî hewraman herçen řenceřom
zor çak bizane ke memnûnî tom
çunke parastit to ew zimane
têkełit nekird legeł bêgane
ne řom ne ’ecem ne turkî tatar
ne řûs ne japon nedes îsti’mar
nehate nawit serbexo jyay
bo lawekanit to pişt û penay
êste nazanim bo çî bê řengî?
dûr bê le gyanit boçî diłtengî?
***
witî ey qani’ lemin bêkes tir
lemin damawtir lemin bê des tir
boçî lêt pirsîm derdim girane
wa min pêt ełêm zor çak bizane
temaşa ekem berze demaxim
lenaw şaxana sergewrey şaxim
ne tank û ne top îşim tya naka
besed teyyare berdê la naba
ne cîb ne lorî ne fordê ne pas
řêgeyan nîye ne xirap ne xas
mamosam nîye be law bixiwênê
ewladekanim bo têgeyenê
pizîşkim nedî min le ’umrî xom
wesam tya nebû cig le coła û dom
cêy kişt û kałim ta biłêy keme
bełam pirç û řîş ta biłêy heme
le hał û şewe û xêwî ser kanî
cinokey zil zil dêwî şeytanî
mektebêk nebû emane labat
zanînî řastî têda peyda kat
minîş pêşkewm wek baqî yaran
becê nemênim legeł hawseran
ewsa binazim biłêm min şaxim
şaxî hewraman berze demaxim
bawcûd heta dewran weha bê
xemxorê bo min qet peyda nabê
eger lenaw min labey nezanîn
ebim be beheşt seraser zemîn
bê temaşam ke lekatî behar
gułî řenga řeng leyek ta hezar
qełbezey taqim qirmey befrawim
çepkey lanzar wek bûk nexşawim
şiney nesîmim leberî beyan
eda le gonay nazk new hałan
emca ezanî ke min beheştim
ser ta bexwarim řaste guł geştim