zorit bîr dekem

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  277 views
swênd bê be pirçî xurmayîy cwanit
be çawî geş û řûy nazenînit
be gonay sûrî wek erxewanit
be xoşewîstî û şêwey şîrînit
***
be řoj û be şew her way le yadim
way leber çawim zorit bîr dekem
le dûrît ewen pest û naşadim
wek koyle berew řût kiřnûş ebem
***
bełam key ewe manay wefaye
ke her netbînim şêtî bînînim
be gişt manayek diłdar key waye
yekîş nebînîn gyanî şîrînim