diłdarîy řast

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 1 minutes  409 views
diłêk be pişkoy giřî diłdarî baş, baş nebirjê
kiłpey derûn û biłêsey henaw şewqî nekujê
temenî zorî ew diłdarîye yek dû řojîke
zerûy dem tîjî řûy bêwefayî tamî emjê
***
diłêk be çeqoy derdî meynetîy twê nekirêtewe
be xwênî diłdarî be sacî ciger sûr nebêtewe
meyl û şîrînî û tamî xoşîyan heta beynêke
îtir lewewla bê derdîserî bîr eçêtewe
***
nizûley diłey zamdarî minîş piř be sozî gyan
eweye ełê merce hetakû dwacûłey jyan
xom bêberî kem le diłdarî û hîç kat nemewê
ger řayşîgirim diłî bo hawkar ebê be peyman
***
le xawenekey wehay wergirim ke bîbirjênim
be sozî dił û be sacî ciger hełîqirçênim
takû bibête nimûney diłan lem jyaneda
tołey hezaran bêwefay jyan le ew bistênim