yadî newroz

From the Book:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
By:
Osman Ozeri (1936-1966)
 6 minutes  454 views
emřo řengî geşî xwênîn
berî asmanî girtuwe
gişt řûy kurdistanî şîrîn
řengî ałî lê nîştuwe
***
seyrî asoy kurdistanî ken
zerd û sipî û pemeyîye
seyrî deşt û çyakan ken
řeng sewzêkî qersîlîye
***
ełêy sirûşt le ezela
em bergey pê siparduwe
yan be řengî xwên her weha
řengî ałî lê nîştuwe
***
eweş hemûy kiłpey xwênî
şehîdanî kurdistane
wa tîşkî sûrî bizwênî
leser řûy em nîştimane
***
biławe û pexşan botewe
beser doł û deşt û herda
azadîy ko kirdotewe
lenaw dił û hoş û serda
***
betaybetîş emřo cejne
cejnî gişt kurdewarîye
kurdistan be heme çeşne
řazaweye û bextyarîye
***
yadî nemanî bełaye
legeł řûxanî bêdarî
yadî hełkirdinî ałaye
beserbestî û be azadî
***
şehîdanîş bêbeş nabin
lem cejne xoşe pîroze
yan wenebê bê’aga bin
ke emřo cejnî newroze
***
ewetanê a ew řenge
ke kurdistanî gořîwe
ke êsta pêy şoxuşenge
wa bew corey kes neydîwe
***
ewe řengî xwênî sûrî
têkřa gişt pêşmergekane
bo awatî êsta û dûrî
xełkî a em kurdistane
***
nardûyane be cejnane
çunke ewanîş her zîndûn
eweş diruşmî bîryane
ke le pênawya bext bûn
***
leser řizgarîy kurdistan
wek şêr cengan takû mirdin
bełam mêjûy jînî berzyan
her emênê û qet namirin
***
em newroze ke agirekey
zyatir ebê û nakujêtewe
gişt sałê le nwê yadekey
zamî kurd ekulêtewe
***
çunke gelî kurdî dilêr
be yadya dêt kewa kawePerson
hełmetî çon bird wekû şêr
jyanî xoy xiste lawe
***
gelî çewsawey komeł kird
têygeyandin takey kewa
be xêzan û diruşt û wird
biçêjin koyleyî û siza
***
têygeyandin ke ne hejar
ne řenicber û ne kirêkar
ne paşay qełbî xwênexwar
ya wezîr û yaxud cûtyar
***
cyawazîyan nîye tozêk
hemû wek yek gyanleberin
hemû mirovin le hozêk
bê cyawazî gişt beşerin
***
boçî mirovî be beha
ke her wek ewîş beşer bê
biřwa le řêy ewa herwa
yan boy tûşî derdîser bê
***
ewîş nek tenha xwênxor bê
bełkû pyawxorêk bêwîjdan
însanêk bêt zułmî zor bê
gel bixate gerûy neman
***
pêwiste gel wekû burkan
biteqê û taracî têk ba
destî kewî maf û baftan
ałay řizgarî hełbikat
***
lenaw xoda wa řêk kewtin
ke kawey nebez û neberd
katî şořş bo serkewtin
biçête ser şwênêkî berz
***
agir bikatewe boyan
her katê şewqyan bedîy kird
bizanin eweye nîşan
berew koşkî zordar be giř
***
hêrş berin bebê bezîn
heta qełay zor eřuxê
dest hełnegirin be gyan û jîn
bigirin, hełbênin řojî nwê
***
ca lem řoje pîrozeda
kawe agirî kirdotewe
hêrşyan bird lem řojeda
be dirişt û be wirdewe
***
kawey nebez ew pêşřewe
be çekuş le beryanewe
eyut ey gel bo pêşewe
dinyay gişt eleranewe
***
hemû geyştine ser ejdeha
hêrşyan bird koşkyan řûxand
kawe xoy geyande zuḧakPerson
yexey girt û tund řayweşand
***
qîjanî be serya wek şêr
witî zordarî napesend
çend lawî neberd û dilêr
to nemamî jînit hełkend
***
dwênê řojî to bû emřo
řojî gele pîsî napak
biřwane gelî dił piř so
çon dêne ser koşkî zuḧak
***
emřo daxî diłyan hemû
be to eřêjin hey bedfeř
taze jînî to beser çû
bewcore jîn nabeyte ser
***
hîç zordarêk le destî gel
řizgarî nabê û her řojêk dê
gel wek to bîkat letupel
řojî azadî lê hełbiřê
***
emey wit û çekuşî destî
lê hełbiřî û hawarî kird
bijî jyanî serbestî
bo mîlletan û gelî kurd
***
be çekuşekey berbuwe serî
ejdehak û begişt tînî
pijanî mêşkî bêfeřî
dîsan bangî kird be jînî
***
gel û mirdin bo zordaran
êmey kurd namrîn û ejîn
zułim bibarê wek baran
xebat ekeyn bergey egrîn
***
heta tołe û mafî xoman
esenîn û ser ekewîn
eger damannawe jyan
qet nabezîn û nanewîn
***
emřoş kewa, wa azad bûyn
ekeyn be cejnêkî pîroz
wa berew řojêkî nwê çûyn
nawî enêyn cejnî newroz
***
înca êsta a ew yade
kewa yadî azadîye
cejnêkî piř soz û şade
cejnî gişt newey madîye
***
cejnêke hetahetaye
her emênê û le bîr naçêt
hetakû dinya dinyaye
kiłpey zyad eka û kem nabêt
***
cejnêke têkeł be gyane
têkeł be xwên û êsqane
bizwênerî xebatmane
hoy berizbûnewey jyane
***
cejnêke mîllet pêşxere
meşxełe bo kurdistanman
cejnêke bîr û baweře
bo řizgarîy nîştimanman
***
leber ewe hemû sałê
gelî kurd be peroşewe
gewre û biçûk le gişt małê
be diłêkî zor xoşewe
***
le her çwar quřney kurdistan
eyken be cejnî bextyarî
geştir ebê gułî jyan
behîway berew řizgarî
***
newroz kewa ew cejne bê
ke kurd şanaze be bûnî
yaxud ew řoje nwêye bê
ke qet nîye beserçûnî
***
yan ewe bê ke gişt carê
giřî xebat zyatir bikat
kurdiperwerî lê bibarê
baweř firawantir bikat
***
ew agire nakujêtewe
gişt kurdistan egrêtewe
be hîç kes kiz nakirêtewe
ta bê beriztir ebêtewe
***
kurdîş her giřî xoş ekat
bo ewey em řoje nwêye
yekî bixat, pêşî bixat
çunke diłî let û twêye
***
boye ełê heta mirdin
minî kurd her xebat ekem
amadem bo lexo bûrdin
ta nîştimanim yek bixem
***
em cejneş ke nîşaneme
le jyana cejnî mine
awatî em jyaneme
kwêr kerî çawî dujmine
***
boye ełêm ta dway jyan
ey kurdî dił pir so û soz
ba bijîy cejnî kurdistan
cejnî newroz, cejnî newroz