wek qefes em ḧucre kun têye ke wa girtûmye naw

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 3 minutes  7493 views
wek qefes em ḧucre kun têye ke wa girtûmye naw
tar û poyî ’enkebûte, zore lêy kirdûme daw
dûdî sermîçî gułengî let letî desraze kon
ban û dîwarî be mîslî lankey ecza şikaw
her le serban dar be darî řayełî bijmêre wek
la perasûy bargîrêkî ke zîndû bê be naw
řoj û şew xoş xoş lebatî ka, gełay pêda deken
wek gełařêzanî payîz yek yekî deřjête naw
her le êstawe weha sermay têda serma debê
řenge nawî lê binêy çwar taqî serma têxzaw
asman hewrîn debê, êmeş be ẍemgînî dełêyn:
ey xuda çibkeyn lejêr em kawley kes tya nemaw?!
řojî hawînî weha misqałe zeřřey piř debê
nîme zeřřêk sêberî têda nîye ẍeyrez hetaw
fesłî hawînî cehennem, fesłî êstay zemherîr
zemherîr key wa be te’sîre û, cehennem wa be taw?!
neyîrî e’zem weha tawî deda wek mencenîq
bo dewamî řojperistî cem’î ḧerbay dête naw
dar û berdî pencerey wek nescî beytî ’enkebût
men’î hîç naka ḧeta mêşîş ke xoy lêda be taw
řojî terze çende mînay dił şikêne û ser şikên!
řojî baran çen şiře û bê’îsmete û abřû tikaw!
řojî befir û ba wekaşe, řojî baran quffeye!
saḧîbî lazim ke bîbê sewł û kasêkî şikaw
kase boye lazme ta ardełokî derbida
sewłî boye lazme nek cogele bîba be taw
wez’î aşî ger nebê, bo çî debê piř ardełok?!
teb’î quffey ger nebê, bo çî denîşête seraw?!
kase û kewiçk, ḧesîr û beř le awda herwekû
kîseł û masî û cile dên û deçin pirj û biław
řoj piře gwêman leber enhar û coge û haje haj
şew nîye xewman leber qirjał û boq û jawe jaw
ew delaqey têdexa çişt û mekî pêda deba
min lewê ḧeyran debim wek mał biřaw û mał biraw
ḧucreke awis bû, we’dey xoy beharê bû bizê
wez’î ḧemlî kewte payîz nabekam û natewaw
xo zigî nîştote erzî û, tumeza hêşta wekû
nutfekey her aw bû, beryawêt leber hewr û heław
asman terzey ke lêda, berdebaranman eka
suxtekanman řadeken, pałû pisaw û qûn diřaw
řadeken bo canîbî dukkanî ceřřaḧ û tebîb
çak û damen hełkiraw û, ser şikaw û tengetaw
lutfî banguş bû ke wa lem ḧucreda zanandiman
ger benî adem bixinkêtin, serawe nek binaw
çunke netkird quř be serya ta wekû teskîn bibê
meydere ber pêleqe, tuxuda, biła bigrî be taw!