řewştî xirapî nalebarêk

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  219 views
darêkî çakey qet neřwanduwe
ke çî eybînî herdem manduwe
ser û çawîşî her tirş û tałe
ełêy mi’aşyan lêfřanduwe
de paket sîgar eda be dûkeł
çil pyałe çaşî hełquřanduwe
hendê car mate bê deng û witar
hendê carî tir zor nezanduwe
legeł cinêwda zor aşnaye
bergî çakbêjî zû diřanduwe
diřk eçênê le řêy xełkya
serî le ayîn kem leqanduwe
naḧez be gel û xemî xoyetî
lebo bêgane xoy tiranduwe
pare qerz eka ke naydatewe
berhemî řastî hełweranduwe
xizmayetî lay sûk û bênerxe
şûşey diłpakî têkşikanduwe
mirovî weha manî zyane
gerçî zîndûşe xoy miranduwe
koşkî zor berzî kirdarî çakey
be paçî bedî hełweşanduwe