gileyî le behar

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  236 views
emřoke şeşî mangî ayare
benaw řojêkî xoşî behare
bełam ta biłêy gelê sermaye
hîçkes beharî bebîra naye
hewretrîşqe û řehêłe û nałe
wehay lêkirdûm jînim lê tałe
lenaw jûrêkî sarda xizawim
le daxa firmêsk eřjê le çawim
eger negbetî em şare nebê
beharî ême çilon wa ebê
ne guł dyare ne yarî řûguł
ne şitêk heye şadî bê bo dił
min qet bem řoje pêy nałêm behar
nałêm umêdî xoşî řojgar
ey xuday gewre ger behar wabê
małî payîz û zistan awa bê
îtir ewene pest û ẍemgînim
lelam wek şewî tarîke jînim