xetat fermû ke xoşe çîn û maçîn

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  9726 views
xetat fermû ke xoşe çîn û maçîn
ke naçîn, lêre xoşe çînî maçîn
birot her çîn û perçem çîn leser çîn
emende çîne, qurban, pêm biłê çîn?!
şikafêke kiłafey nafî zułifit
deřêjê mîsk û ’enber lêre ta çîn
leser bergî gułêkî baẍî ḧusinit
hezar, gułçînî bêberg û newaçîn!
eto mîhrî û mehřûyan sitaren
le xizmet şewqî toda şewçira çîn?!
hemû zeřřatî mîhrî řûte ba qîn
xudaman bo beqaye lêre laçîn!
biłê nalîPen name be erbabî wefa: bên
hemû muḧtacî xak û bêł û paçîn