ḧenayî kirduwe pencey be xwênawî diłî zarim

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  5190 views
ḧenayî kirduwe pencey be xwênawî diłî zarim
eme řenge şehadet bê ke kuştey destî diłdarim
gutim: aya be zarî xot depirsî ḧałî zarî min?
biroy hênaye yek, wek şikłî «la» ye’nî ke bêzarim
’eceb estêre şew hełdê le tawî xusrewî xawer
be řûy tom dîde hełnayê şew û řoj, erçî bêdarim
tebîbî min debê dexłî hebê, saḧîb îşaret bê
meger çawit bizanê min leber çî mest û bîmarim!
be serum wit ke řaste serkeş û berzî, keçî lerzî:
ke ferqîşim bigate asman bendey qedî yarim!
le şîrînî eto, ey xusrewî textî zemîn, řenge
bigate asmanî bêstûn ferhadî hawarim
birot bałî huma sayey serî sułtanî ḧusinit bû
xetit hat û witî: min nasîxî tuẍrayî xunkarim
serapa herwekû ḧełqey zirê perwêzeyî xwênim
be yek yek tîrî mujganî zirê dozit birîndarim
ḧemayêł ke demî têẍit le ḧełqey gerdinî nalîPen name
meger têraw bibim bew řenge, tînûy sa’îdî yarim