saxteçêtî

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  236 views
saxteçêtî bo hemû kes takû ser sernagrê
darî ziř herçî legełda her bikey ber nagrê
asnî jengawî bê kełke xerîkî bê meger
lêy geřê qet cewherî tîẍî deban wernagrê
bergî awrîşmî be nerixt meydere hîç nakesê
řaste ew berge ke kełkî şwan û meyter nagrê
xot legeł herze û nefama gyanekem mandû meke
kareker hergîz řewştî cwanî hawser nagrê