heme core

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  257 views
řojê diłşadim řojê ẍembarim
řojê zengînim řojê hejarim
řojê bałaye min tendirûstîm
řojê nasaẍ û xawen azarim
řojê bedbext û pest û negbetim
řojê embînî zor bextyarim
řojê zor çakim legeł hemû kes
řojê řûtirş û zor nalebarim
řojêk zîrek û xawenî berhem
řojêk bê mayey řenc be xesarim
řojê des exem pare û małî zor
řojê win ekem dîn û dînarim
řojêk dujminî dost û yaranim
řojêk gyan fîday nîgar û yarim
řojê hawdemî hejar û latim
řojê hawřazî sermayedarim
řojêk leber kar leşim manduwe
řojê bê çare û bê kar û barim
řojê şa’îrim berze şi’urim
řojê nasaze şî’ir û witarim
řojê le tirsa gyanim elerzê
řojê řostemPerson û esfendyarPersonm
řojê le deşta esûřêmewe
řojê geřokî şeqamî şarim