herçî xawen pareye

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  228 views
wamezanin dewłemende herçî xawen pareye
zor heye parey be lêşawe bełam bê çareye
małî xoy naçê be demya řoḧ û çawî birsîye
ew le komełda gelê bê nerxe ya petyareye
pare bo xoşîy jyan serfî nekey kełkî çîye?
destî qûça herkesê, bê ḧûrmet û bê kareye
pare ger serfî nekey ferqî legeł xoła çîye?
zorî wa hen desnîşanî xełkekey em şareye
ew şitey lem kare wa daxî derûnim la eba
dengî nay û tar û ’ûd û ’areqî dûbareye