xende û demî meḧbûbe ke wa zor nimekînin

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1466 views
xende û demî meḧbûbe ke wa zor nimekînin
bes xoşe eger xo nimekî zexim û birînin
ẍîlmane, gutim, xałî letîfit ke le ser da
em qîble biroyane ke ẍartigerî dînin
ahûyî ḧerem qîbleyî ebron ke be dîde,
em şehd lebane ke hemû şahîdî çînin,
sîmîn beden û, seru qed û, lence tezerun
kafir nîgeh û, řeşk, le butxaneyî çînin
dindan guher û, leb şeker û, pence bilûrin
nazk beden û, mû kemer û, sîm sirînin
zułfanî sîyeh marî be azarî diłî zar
gahê le yesarin, be cefa, geh le yemînin
mujganî sîyeh mestî wekû çawî ḧebîbe
ẍaret ke biken, dên û deçin řoḧ biřfênin
nalîPen name were lade le xedengî mujeyî yar
ew kafre mestane ke ẍaretgerî dînin