şew hat û emin mestî xeyałatî kesêkim

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  12339 views
şew hat û emin mestî xeyałatî kesêkim
meşẍûłî nefes girtinî muşkîn nefesêkim
lem ḧucre, leber pencere kewtûm û dexwênim
bî’eynî dełêy bulbulî goşey qefesêkim
hem warîsî ferhadim û hem na’îbî mecnûn
wa têmege, qurban, ke geda, bulhewesêkim
gerden keçî tom bêkeşiş û řist û qelade
wa zen mebe na’arf û herze meresêkim
wełłahî kiławî serî min çerxî demałî
bibwaye be damanit eger destiřesêkim
baweř meke řoḧ sextî ẍemî fîrqetî to bim
bo hatnî to baqîye nîwe nefesêkim
her leḧze dełêm min segî dergam û, řeqîbîş
dête ser û çawim ke minîş seg megesêkim!
girtûye segit çakim û lay tomewe dênê
ye’nî were nalîPen name ke minîş dadřesêkim!