em taqme mumtaze ke wa xasseyî şahin

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  889 views
em taqme mumtaze ke wa xasseyî şahin
aşûbî diłî memleket û qelbî supahin
sef sef ke dewestin be nezer xettî şu’a’in
ḧełqe ke debestin wekû xermaneyî mahin
nergis nîgeh û saq semen, kurte benefşen
mû sunbul û, řûmet guł û, hem lale kulahin
gułzarî der û deştin û ẍîlmanî beheştin
ahû sef û, ateş be kef û, tîz nîgahin
seḧra be tecellî dekene wadîy eymen
qamet şecer û, mezherî ełtafî îlahin
geh tawis û, geh kebkin û, geh boqelemûnin
geh ateş û, geh şu’le, gehê dûdî syahin
lalen be beden, etłesî exzer ke leber ken
newřeste gułn, beste legeł deste gyahin
tenhayî semen bergî benewşe ke leber ken,
wek nûrî diłî mu’mîn û zułmatî gunahin
bo seyrî xeramîdenî em seru qedane,
sofî le tełebdan û, hemû salîkî řahin
bo zułf û řux û ebrûy çun zułfî syatan
’alem wekû nalîPen name hemû ba nałe û ahin
nalîPen name! be xuda ḧeyfe deřencênî diłî xot
em taqme mexsuse hemû saḧîbî cahin