têpeře

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  483 views
yar witî: min cwan û to pîr û hejarî têpeře
min gułî baẍî jyan to kolkedarî têpeře
min witim: qurbane wa qurban be qurbanit ebim
ew witî: biřwam nîye to nalebarî têpeře
min witim: hatûme lat her bo umêdî dîdenî
ew witî: laço biřo key can nîşarî têpeře
min witim: ew dû henarey banî sînet hî mine
ew witî: key xawenî baẍî henarî têpeře
min witim: ew kułme saf û cwane maçêkî ewê
ew witî: bêşermî dyare řêbwarî têpeře
min witim: hawřazî to bûm gyanî şîrîn sałî par
ew witî: key bîrme to yarî parî têpeře
min witim: mîwanî min be taqe yek şew ta beyan
ew witî: hey hey eto wek jarî marî têpeře
min witim: tuxwa qibûłim ke be koyle û ’ebdî xot
ew witî: to key behêzî îş û karî têpeře
min witim: ba bêm legełta gyane bo awî dukan
ew witî: kabra meger to şêt û harî têpeře
min witim: parem heye piř qaseyek pêşkeş be to
ew witî: key xawenî zêř û dînarî têpeře
min witim: zor diłřeqî derḧeq be min hey xwanenas
sa biřo to key le cwanî behredarî têpeře
cwanî tir zore ke pêşkeşyan bikem min em diłem
to kewa nayzanî hîç qanunî yarî têpeře