carêkî tir

From the Book:
Aşnayî û Roşnayî
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  508 views
ew diłey řencawe lêt řaw nakirê carêkî tir
ew serey fewtawe bot daw nakirê carêkî tir
řîsî bedbextî ke řistim tan û poy zor qayme
xotî bo mandû meke xaw nakirê carêkî tir
ew kesey sûta wekû min wa le řêy diłdarîya
nawî bênaw mawe bednaw nakirê carêkî tir
yar kewa berq û birûskey kułim û çawî kuştimî
gyanî min ałûde bû çar nakirê carêkî tir
min lenaw çołî ẍema wa daw beşim xinkawîye
çarî xinkawîy besed aw nakirê carêkî tir