le zimanî çend lawêkî modêrnewe

«le sałî 1950 witrawe..»
From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 2 minutes  444 views
pêm ełên lawî xawen hîmmet be
saḧêb mebde’u cwanîy sîret be
wek şêr bo qewmit to be hełmet be
be’ezim û ḧezim û îstiqamet be
bełam emane lay min wek baye
xoştir lem qise lay min zuřnaye
tewalêtekem řonim lêdawe
baq û birîqey afetî çawe
cilekem utwî baş lêdrawe
qonderekanim boyax kirawe
îtir kurdî çî kurdistanî çî?
’ezim û hîmmet û hewłdanî çî?
yaxey kirasim tirazanduwe
sîney wek zîwim cwan nwanduwe
nirxî meř meřim pê şikanduwe
zor pyawî gencim firîwanduwe
îtir qewmîyet qisey belaşe
lew kare laden em kare başe
beyanyan direng heł esim le xew
çunke min nanûm heta nîweşew
le noşa noşa legeł em û ew
qaspe qaspime herdem wekû kew
îtir şi’urî pak û řoḧî berz
şitêkin wekû bawêşk û wenewz
min qet diłî xom nakem mukedder
cil û tewalêt ekem mu’etter
eçme nizîkî dukanî kesper
lewê her kiçê ke eka têpeř
be zerdexene û be ẍemze û be naz
diłî naskî exeme perwaz
ełêm muẍennî were dey bolam
tuxwa bom biłê le beste û meqam
eyłê zor be coş nek bê tîn û xam
ax sed xozge toş yarî dilaram
êsta lam ebûy be ’eyş û be noş
jyanî tałman ekird feramoş
azayî lelam dans û semaye
ẍîret û hîmmet beste û ẍînaye
’eqił û dûrbînî lam sînemaye
basî necabet neken xetaye
necîb kesêke parey zorî bê
egerçî ’eqłî puç û qořî bê
me’nay jyanî lawî wehaye
lawê wanebê lam bê behaye
bo jyan eba řêy muntehaye
herçî lêy derçê weḧşî çyaye
werin lawekan biken peyřewî
ałay şadîtan qet meken newî