deng û basêk legeł şeytanda

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 6 minutes  640 views
le yezdan řencam çûme lay şeytan
witim: ey gewrey hemû xirapan
ey gewrey kwêrî şumî cirte boz
wa hatûme lat bimxeyte naw hoz
eme çil sałe xerîkî çakem
wîstim awazê boxom peya kem
wîstim le gelda berz û beřêz bim
le dinyay jîna tund û be hêz bim
hemû saman û hest û hêzî xom
dana ta berî darî jîn bixom
ke çî serapa řencim be ba çû
firîştey şadî le řêma laçû
le nerdî jyan dû şeşim nedî
ẍeyrî tarîkî řûy řeşim nedî
le cyatî şiney bay bextyarî
duçarî min bû kizey naçarî
înca ey pîşey çewt û napakî
le gyanim derke tiruskey çakî
ta le pênawî diruşmî toda
bextyarîyek min bikem peyda
şeytan ke zanî řaste witarim
be dił le çake pakîy bêzarim
witî: ey azîz sa bexêr hatî
řizgarit ekem zû le nehatî
ger şagirdêkî zor çak û jîr bî
nahêłim hergîz pest widłigîr bî
etkem be mîrî wiłatî negbet
be xełqan bide xełatî xefet
herçî ke zanît řast û beřêze
yaxu xawenî saman û hêze
bê zar û zare řenceřoy ekey
duçarî saxte ya diroy ekey
le kes û karî zû eřencênî
xoşî jyanî lê eşêwênî
çakî û řunakî û pakî la’ebey
ałay serberzî seringun ekey
bełam ger hat û le fermanî min
derçî etxeme beḧrêkî bê bin
witim: ey gewrey şumî nalebar
be řastî hatûm bimxere ser kar
hemû fermanit be cê ehênim
tuxmî napakî zor çak eçênim
ebme gewretir dujminî çake
ta jînim mawe leser ew xake
le şêx û mela û sofî dûr ebim
be mergî ewan min mesrûr ebim
bo diz û pyawkuj kiřnuş ekêşim
zyan ebexşim be xizim û xwêşim
eçme xerabey piř le weyşume
exeme diłî kesan hem heme
daw enêmewe bo xuda pêdaw
heta eyxeme ḧałî gyane ław
le gewre merdan wa ser têk edem
ta eyanxeme gerdawî ’edem
nakesan dênim bo gułzarî jîn
kesan exeme naw gêjawî jîn
řê nadem merdan biçin bo mizgewt
ya pyawî xwanas bibînê sirwet
taqîm kerewe be le’net kiraw?
be cê ehênim fermanit tewaw
çunke le çake nemdî berhemê
desgîrim nebû pułê, derhemê
le dinyay çake tewaw wers bûm
kas û kesas û sersam û kiz bûm
înca şeytanî şumî bedçare
le nokerêkî xoy kird îşare
witî: ey «feřnus» heste zû biřo
be awêkî pîs em pyawe bişo
leşî çewrke be pîwî beraz
hemû mwî leşî řakêşe be gaz
şêwey bigoře nenasrêtewe
lenaw wiłata bisuřêtewe
fîtne û ajawe û şumî berpaka
ledest firîştey řeḧmet heraka
bira bikate dujminî bira
bawik be qiř da bedestî kuřa
beynî dayk û kiç weha têk bida
ke leyektiryan baş bika cuda
ałozî jyan bixate naw gel
bo kes nehêłê tirûskey emel
ger hat û derçû lem tecrubane
ewsa çaktirîn řołey xomane
ewkate ledwî em pend û bende
lepaş em kare zor napesende
serapa gořa řeng û siruştim
le pîşey şeytan baş têgeyştim
wîstim karî nwê taqî bikemewe
mirovayetî lêm dûr xemewe
çûme kiłêşey pyawêkî xwanas
ke tełaq bida xêzanî kesas
jyanî małî bika be agir
dûr kewêtewe le xuday nemir
bełam herçende kewa têkoşam
her wekû şeytan bem kare hestam
řencim be ba çû hîç sernekewtim
le xerabatî seẍłeta xewtim
merdî xwanas gelê le caran
çaktir diłşadî xiste naw xêzan
xoşî řûy kirde jin û minałî
bergî matemî le jîn damałî
tenya řûřeşî bomin mayewe
naḧez bem ḧałey min ḧesayewe
înca çûme lay pyawêkî namerd
cirte bozêkî behêz û neberd
be qisey nerim û xoş û xendewe
wîstim bîxeme naw gobendewe
yaxud leřê û ban deske be tałan
gwê mede nałey jin û minałan
herçî hate řêt bîkuje xêra
xot nizîk mexe le karî xêra
mindał le koşî dayk derbêne
diłî be pişkoy ẍem bisûtêne
agir ber bide le deẍił û xerman
jyan le felaḧ her bike be jan
lem qisaney min kabra girj bû
wek espî serkêş le ciłew derçû
witî: ey xwêřî şagirdî şeytan
etewê awa destim kewê nan
etewê milim bikey be dara
bibim be ’îbret le gund û şara
biřo dûrkewe bewkarî bedxû
heta netkujim, ey bê abřû
’erebaneket xêra řakêşe
biřo bo çya û cengeł û bêşe
înca çûme lay lawêkî zengîn
gencêkî boşnaxřeng û xûşîrîn
dîm danîştibû bê deng û sersam
witim ey lawî xawen hoş û fam
bo çî wa matî leçî diłgîrî
dyare be dawî ’eşq esîrî
xo to xawenî saman û parey
be pare ekirê her karê çarey
bawkit xawenî milyon dînare
xawenî baẍ û koşk û telare
to lawî meylit le ’eyş û noşe
jyanî bê jan êstake xoşe
biço ser qase pare derbêne
çît ewê bîke diłit meşkêne
be řast û çepa fiřêyde pare
ger bo tya tiroye ya bo qumare
samanî bawkit ewende zore
qet tewaw nabê hergîz bem core
’eybe danîşî weha be pestî
bijî be şadî, yaxu be mestî
law qînî hesta le witarî min
lem kare nebû be hawkarî min
witî: ey pestî xanî nalebar
etewê bibme pendî řojgar
min çon le dinyay çake der’eçim?
bo naw geldarî bednawî eçim
le řêgey hestî berz û benerxa
jyan serf ekem le dewr û çerxa
biřo xot lade dûrkewe le min
biçore xizmet şeytanî mezin
biłê lem řêge min sernakewm
le firîw dana qet dernakewm
em qise tîr bû ke day le cergim
awatexwazî hatnî mergim
zanîm kes be min firîw nadrê
karî şeytanî be min nakirê
bo nalebarî min nexulqawim
herçend hejar û ẍemgîn jyawim
hemû xirapî dûre le pîşem
em core kare derdênê řîşem
ba dûr kewmewe le şeytanî şum
bo hawkarî ew nîye arezûm
egeřêmewe bo dinyay řûnak
ebme hawdemî mirovanî çak
piřopagende ekem bo çakî
la edem le řêy çewt û napakî
gyanim bext ekem bo haw wiłatim
heta dête dî hemû awatim
tobey řast û ḧeq ekem bo yezdan
sed hezar le’net ekem le şeytan