ełên û ełêm

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 3 minutes  562 views
dost û kesan pêm ełên
bide bo çake bełên
ełêm: nîme xirape
dûrim le tane û le cwên
***
ełên: xot bike be mîr
bo xełkî bere desgîr
ełêm: be min nakirê
be fêł û diro tedbîr
***
ełên: bibe be mela
le xaneqay «şêx ’elaPerson»
ełêm: em kare sexte
bo mirovî labela
***
ełên: bibe be derwêş
le lay şêxî xełwekêş
ełêm: bo min çak nîye
her gîzem bê wekû mêş
***
ełên: bibe be westa
hunerit wa le desta
ełêm: bê tîn û tawim
êsta le kar û hesta
***
ełên: bibe be serok
le bo bêkar û geřok
ełêm: bo puł û pare
nagirim yexe û berok
***
ełên: bibe be destibiř
bese hênde sard û siř
ełêm: bo gencî bê řenc
nabim be merdêkî diř
***
ełên: xot bike be diz
eger le jîn bûy weřz
ełêm: bê cige bednawî
le me dest nakewê miz
***
ełên: bibe qumarçî
gwê medere çon û çî
ełêm: min her dořawim
birdineweş be to çî?
***
ełên: bibe dilawer
wekû řostem û ’enter
ełêm: min zor etirsim
le şîr û tîr û xencer
***
ełên: bade binoşe
ke sefa bexiş û xoşe
ełêm: zor başe bełam
têkderî ’eqił û hoşe
***
ełên: goranî bêje
xoşî jyan biçêje
ełêm: nasaze dengim
awî rûm pê meřêje
***
ełên: bibe be aẍa
bijî le qesir û baẍa
ełêm: aẍay bê noker
zû şeq eba le daẍa
***
ełên: bibe be şofêr
lê xuře berew hewlêr
ełêm: îcazem nîye
lem kare bûme newêr
***
ełên: danê meyxane
le geřekî mor dane
ełêm: min musułmanim
eme bo min girane
***
ełên: biçore ḧîcaz
bo baregay karsaz
ełêm: nabim be ḧacî
bo eme nîme nyaz
***
ełên: rû le xwa bike
bigre rêbazî çake
ełêm: min xwa enasim
ke berz û çak û pake
***
ełên: der biço le şar
biço hawîne hewar
ełêm: nakirê bê pare
bigeřêm baẍ û mezar
***
ełên: dur be le xizim
etken kesas û nizim
ełêm: xoşim eyzanim
le gelêkyan weřezim
***
ełên: bibe be qeşmer
be gałte jîn bere ser
ełêm: sukî le dwaye
em pîşeye bo beşer
***
ełên: bibe be sofî
le jîn bê ax û ofî
ełêm: gelê sił ekem
le hay û hoy bilofî
***
ełên: be wadey diro
nekey bibî desxeřo
ełêm: min maran gestem
leser serim qisey to
***
ełên: wa çûy be sała
bê danîşe le mała
ełêm: xo min nemirdûm
xom binêjim le çała
***
ełên: şa’îrî gel be
her agadarî hel be
herçî ełên ba biłên
nadem be hîç kes bełên
***
xom rêbazim şarezam
ta le gyanmaye xwên
înca êsta min ełêm:
ke min kêm û kuřî kêm
***
mirovêkî hejarim
ezanim rêbaz û cêm
sextî naxeme pêşim
nabim be kospî xwêşim
***
peymanim dawe be qed
beřey xom pê řakêşim
xom dûr exem le bedkad
ebme hawdemî hejar
***
çîm le dest bê le çake
eykem bê tirsî pilar
îtir le dwa witara
herçîm hebû le bara
***
wa biławim kirdewe
be naw merdanî şara