bo çî bimênim

From the Book:
Berhemî Xawên
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  537 views
be kełkî çî dêm bo çî bimênim
boç tuxmî dax û xefet biçênim
berhemî jînî min ebê çî bê
samanî jyan çî pê bisênim
sermayem hemû komełê şî’re
le defterêka her eyxewênim
xêzan pêm ełên ke tê bikoşim
bo xoşî jyan qet danemênim
bełam ke hêz û twanam nebê
çon biçme meydan hełmet bihênim
bextekem peste xoşim kem tînim
le zewî şora çon guł biřwênim