erê takey

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  359 views
erê takey weha pestî?
weha bê tîn û kem hestî
çîye boç wa kiz û matî
kemer bo şadî nabestî
bebê bakî be nawbangî
çîye wa pêy ke derbestî
eger duçarî yarêk bûy
be yadî ’eşqî wa mestî
egîna to ke etnasim
be wêney awî nawestî
bełê diłdarye tenha
kewa kewtûye jêr destî