mepirse

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  393 views
mepirse le ḧałî min mepirse
le kat û řoj û sałî min mepirse
menase takû mawî min menase
le bab û mam û xałî min mepirse
ewa to dyare zor şîrîn û şoxî
le gyan û jînî tałî min mepirse
wekû dêwane lat û řût û qutim
le berg û xwan û małî min mepirse
qise û basî wefa derke lebîrit
le yarî çaw kejałî min mepirse
witim ba gewherîş bê behaye
le awaze û xeyałî min mepirse
be nakamî be naşadî ke bimirim
le řaburdûy betałî min mepirse