bê mubalat

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  403 views
were ba le jîn nekołînewe
çonî be wirdî nebêjînewe
bê mubalatî bikeyne řaber
felsefey jîrî nexwênînewe
takû hemane noşî gyanî keyn
ẍemî dwařoj neçêjînewe
merg û tangane derbikeyn le yad
le pirse û tirsî nepirsînewe
ewey çû wa çû le derd û azar
ba řêsî qirçok neřêsînewe
ladeyn le derd û řencî syaset
bem kare serman nepêçînewe
êsta le desta heye dû sê řoj
be mestî û şadî bîbřînewe
lenaw gułşena jîn beser berîn
emřo besbey negořînewe
legeł nîgara lebaxî şara
cêga bo şadî bidozînewe
ba maçî gona mezey bade bê
bê aw be sade bînoşînewe
biçîne bezim û řezmî goranî
ya řeşbełek û hełpeřînewe
xende bikeyne şî’arî jyan
be lay girjya qet neçînewe
bo xoşewîstî koçkirdû negrîn
çîrokî nasor negêřînewe