şikencî ’erz û tûlî pêçî zułifit bê serencame

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1155 views
şikencî ’erz û tûlî pêçî zułifit bê serencame
mesel tûlî emel, ’umrî xizir, zincîrî sewdame
be şeř hatin řeqîb û mudde’î, min xoşî xoşîme
ke de’waye, le her laye bikujrê sûdî îslame
îşarem kirde ebroy, ye’nî: mîḧrabit keçe, fermûy:
eme qîbley temamî ’aleme, cêy cîlwey îmame
le sayey řûyî towe şamî xełqî teł’etî subḧe
le şamî zułfî towe subḧî ême zułmetî şame
le ab û tab û eşk û ahî xomda bûm be buryanî
lebatî puxtegî sûtam û êsteş pêm dełê: xame
nîşaney puxtegî bêdengîye nalîPen name! eger puxtey
be ḧuccet tey bike name, be ḧîddet pey bike xame