babetî51

şorînî mirdû
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  565 views
şorîn û kifin û nwêjî mirdiwan
difnîşyan ferze gwê bigre cwan
ḧetta minałî lebarçûy mirdû
eger nîşaney ḧeyatî pê bû
ẍusłî jin bo jin, pyaw bo pyaw
sunnetî dîne ey biray xoş naw
herwa diruste ’eksî emane
eger meḧrem bin ew însanane
eger řê nekewt kesê meḧrem bê
lebatî ẍusłî teyemmum ekirê
’imûmî leşî çi pêst û çi mû
çi penamekî û çi be dero bû
minałî nêrî xetene nekiraw
teyemmum ekirê paş ẍusłî be aw