babetî50

ew nwêjane ke sunnetin
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 3 minutes  886 views
leser dû beşin nwêjanî sunnet
le beşêkyana heye cema’et
beyanyan ekem be nehcî paye
leser fermûdey ehlî dîraye
dû řikat cejnî řemezan û qurban
beynî îşraq û zewal be mîzan
paş ewan nwêjî kisûf û xisûf
dû řikat nwêjin be şêwey me’rûf
le her řikatê heye dû qyam
bo dû fatîḧe, dû řikû’ temam
nwêjî îtîsqa bo daway baran
dû řikat nwêje be şerit û erkan
lepaş emane dû xutbey zerîf
bixiwênêtewe xetîbî şerîf
ca nwêjî wetrî be qedir û mîzan
paş terawêḧî mangî řemezan
yek û sê û pênc û ḧewt û no û yazde
dû dû teḧyat û selamî saz de
řikatî axir teḧyat û selam
em şêwe başe be şer’î îslam
înca terawîḧ paş ’îşa temam
bîst řikat dû dû, teḧyat û selam
***
bo qîsmî dûhem cema’et nîye
bewêney «zuḧîArabic»y saḧêb mezîye
lepaş îşraqe ta wextî zewal
dû řikat ta heşt be qedir û îclal
ca nwêjî îḧram, ca nwêjî tewaf
dû řikat nwêjî bêşubhe û xîlaf
emcare nwêjî teḧîyey mescîd
le nêw mizgewt û řeḧbey mesacîd
emcare nwêjî «sinّة aluzu’Arabic»
ke desniwêjit girt becêy bêne zû
dû řikat le mała katê çûyte der
çi bo sefer bê û çi ẍeyrî sefer
ke hatîtewe le seyrî sefer
dû řikat le mizgewt başe û mu’teber
le beynî wextî meẍrîb û ’îşa
nwêjî ewwabîn wextyetî bira
le dû řikate heta bîst řikat
bepêy arezûy ewkesey eykat
nwêjî «tihcّdiArabic» ya «silaة alilّyilArabic»
paş be’zê nûstin be řeẍbet û meyl
hem sunnete nwêj bo îstîxare
yanê daway xêr lew xeberdare
«silaة alḧace» bo def’î ḧacat
dû ta dwanzeye, înca munacat
zor xêrî heye «silaة alitّsibîḧArabic»
le her řikatê ḧefta û pênc tesbîḧ
lepaş fatîḧe û sûretê qur’an
panze car tesbîḧ bo xuday mennan
de le řikû’a, de le î’tîdal
her sucdeyê de, bêẍem û melal
de le cilûsî mabeynî ewan
de bo danîştin lepaş sucdekan
çwar řikat nwêje řoj be yek selam
şew be dû selam bigat be xîtam
bo wetrî ẍeyrî mangî řemezan
cema’et nîye be şer’î yezdan
herwa řewatîb xêryan dyare
bot beyan bikem leser jimare
dû pêş beyanî û pêş nîweřo çwar
lepaş nîweřoyş çwarin be qerar
çwar ber le ’esir û dû ber le meẍrîb
dû lepaş meẍrîb ey biray talîb
le ber û dway ’îşada dû dû
jimarey emane geyye bîst û dû
***
mu’ekked lenaw qîsmî řewatîb
xêryan zortire be çen meratîb
dû ber le subiḧ û pêş nîweřo dû
paş ew û ’îşa û meẍrîbîş dû dû
paş řutbey wetre řatîbey seḧer
ca heştekeytir bigre be nezer