babetî52

kifnî mirdû
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  593 views
kifin pêwîste bo şexsî mirdû
bot beyan ekem ḧałî bibe zû
satîrî leşî sertapay bała
ferzî qet’îye, ḧeqqe bo xuda
dûhem û sêhem ḧeqqe bo mirdû
men’î natwanê «warsArabic» herkes bû
bełê eger qerz małî dabgirê
qerzar em duwey pê men’ ekirê
le sê zyatir xîlafe û mehcûr
eger werese tya bibê meḧcûr
ca eger sê bûn ba lefafe bin
sipî û sertapa û be nezafe bin
eger bûn be pênc waye mu’teber
pyaw sê lefafe û kiras û mêzer
jin dû lefafe û kiras û îzar
legeł serpoşê pêy ełên xumar
ejno ta nawik îzare bînas
le nawik ta ser pêy ełên kiras
wirde parçekan le jêr lefafe
pêwe epêçrên zor be letafe