babetî79
xelîfey dûhem ’umer -rizî alilh ’inh-
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
2 minutes
1011 views
’umerî farûq xelîfey dûhem
xoşewîstekey řesûlî xatem
daykî ḧenteme, bawkî xettabe
nefîl bapîrî ’alî cenabe
«luweyArabic» bapîrey ḧewtemî ’umer
heştem bapîrey zatî pêẍember
katê damezra leser xelafet
bo dîn têkoşî zor be şerafet
kirdî be mebde’ tarîxî hîcret
day mezran defter lebo kîtabet
kewte tertîbî şaranî îslam
qazî te’îyn kird bo zebtî eḧkam
leser supay şam xalîdî labird
ebû’ubeydey le cê te’îyn kird
emma be wêney dû biray şeqîq
komekî yek bûn be feyzî tewfîq
le sałî syazde le ’ehdî ’umer
ḧerbî «acnadînArabic» kira be zefer
her lem sałeda le xakî ’êraq
ebû’ubeydey ḧemîde exlaq
bestî bo seyrî supay mukeřřem
beser dîcleda cîsrêkî meḧkem
ew ’ehde ’ehdî ḧukmî «boran» bû
jin bû, le nesłî kesray êran bû
supa salarîş behmenî naw bû
xawenî şan û şoret û naw bû
ca ebû’ubeyd merdî xatir cem
kewte şeř legeł leşkirî ’ecem
lewê şehîd bû be sedemey fîl
ca bû be qa’îd «misnîArabic»y celîl
le şeřî «bwîbArabic» zû be dest û bird
supay ’ecemî tewaw berbad kird