babetî78

waqî’atî sałî syazde
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  667 views
le sałî syazde le fesłî behar
řêkî xist bo şam supay fîdakar
kirdî be qa’îd bo fewz û necaḧ
ebû’ubeydey weledî ceřřaḧ
sê mang şeřî kird le ḧidûdî şam
înca daway kird komek le îmam
ewîş emrî kird xalîdî semsam
lebo komekyan biřwa lebo şam
te’îynîşî kird be qa’îdî ’am
ebû’ubeydey ’ezil kird le şam
ke řê kewt bo şam xalîdî welîd
kirdî be cêdar «misinّyArabic»y řeşîd
îtir mayewe musennay neberd
le supay ’êraq ta wefatî kird
le pêş hatnî se’dî mu’teber
bo xakî ’êraq le ’ehdî ’umer
xalîdî dilêr ke geyşte şam
fetḧî «bisraArabic»y kird be supay îslam
înca hatecê ḧerbekey «yirmukArabic»
bem ḧerbe řomî bûn be pûşî sûk
lem ḧerbeda hat be řastî û teḧqîq
qisey wefatî bûbekirî siddîq
tesadufî kird ḧadîsey ecel
lebo bîst û dûy «cimadî al’ewlArabic»
le «ruzihArabic»y wala lay qebrî enwer
teslîmî xak bû siddîqî ekber
dû sał û sê mang be ḧeq îmam bû
ye’nî xelîfey «fixir al’enamArabic» bû
’umrî ’ezîzî şest û sê sał bû
haw wêney şahî saḧêb kemał bû
***
le nexoşîna siddîqî ekber
’ehdinamey xoy dabû be ’umer
paş wefatî ew esḧabey kîřam
bey’etyan pê kird be îcma’î ’am