babetî77

henardinî «xald bin wilîd» -rizî alilh ’inh- bo ’êraq
From the Book:
Baranî Řeḧmet
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  664 views
ca supay řê xist siddîqî mecîd
kirdî be qa’îd xalîdî řeşîd
nardinî lebo şaranî ’êraq
lebo terwîcî îslam le afaq
ca bew supawe zû be dest û bird
fetḧî «anbarArabic» û şarî «ḧîrhArabic»y kird
lewê bo ḧerbî «zat alsّlasilArabic»
xwardyewe xalîd zehrêkî qatîl
bem şeře îslam zor be şewket bû
beser dujmina saḧêb heybet bû
fetḧî «’în alitّmirArabic» kira mukemmel
lepaş ew fetḧî «dumة alcindilArabic»
lepaş ew fetḧe be tundî û tewbîx
çû bo ser dujmin le xakî «mizîxArabic»
le muzîxewe hato be te’cîl
bo şeřî qewmî «sinîArabic» û «zimîlArabic»
lewêwe řoyî bo xakî «rizabArabic»
înca bo «ẍirazArabic» be qewłî sewab
her lem sała bû siddîqî qudsî
nardî bo şeřî eswedî ’unsî
mutenebbî bû le xakî yemen
tebe’ey zor bû leser fêł û fen
hem lebo beḧreyn hem qewmî selîm
hemû mecbûr bûn be sîdiq û teslîm