nîşaney ’aşiqî waye ke satê yarî lê win bê

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  419 views
nîşaney ’aşiqî waye ke satê yarî lê win bê
debê derleḧze eḧwałî be sed gûne mulewun bê
diłî piř derd û řengî zerd û lêwî wişk û çawî teř
syapoş û cefanoş û serapa ẍerqî naw xûn bê
cefa û lutif û hîcir û wesłî yar û şîwen û şadî
le lay yeksan û dił wek xaneyî zenbûr kun kun bê
ke dulber hat û řoḧim çû ke řoyşit û diłî birdim
îtir can û diłî bêçare çon îskan û sakin bê
etîba ’aczin bê şik le dermanî diłî sabîrPen name
eger luqman û calînûs, erestû ya filatûn bê