dił nexoş û zamdarî derdî yarim řoj û şew

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 2 minutes  368 views
dił nexoş û zamdarî derdî yarim řoj û şew
girye û şîne lebatî kesb û karim řoj û şew
řoj û şew dênin xeyałî ḧusin û zulfî boye wa
bê qerar û ẍussebar û bê wîqarim řoj û şew
ya be ummêdî wîsalim ya leber derdî fîraq
wa demê şad û zemanê bêqerarim řoj û şew
řoj û şew tefsîrî ayey ḧusin û zulfî yar eken
wa gehê ferhad û geh mecnûnewarim řoj û şew
şew leber ’îdî wîsal û řoj le azarî fîraq
xwab û xorakim nîye sebir û qerarim řoj û şew
pêy witim megrî ke azarî diłit sakîn ebê
hate swê konebrînî sałî parim řoj û şew
lew deme lefzî ke carî bû, le çawim sedhezar
cogeley xwên carîye, beḧir kenarim řoj û şew
xoy nwand û lêwî gest û lêm bizirbû luc’eten
fetḧî kird û řoḧî bird û ẍussebarim řoj û şew
destî naye ser diłim pirsî le esbabî merez
têgeyî wa lêdeda nebiz û demarim řoj û şew
xo lenaw awêne wa me’lûme derd û ’îlletim
întîzarî řeḧmet û derman û çarim řoj û şew
çawî ałoze biroy cûłanewe lêwî gezî
pence debzêwê şukir meste xesarim řoj û şew
çaweřême çunke we’dey řojî wesłî da şewê
wa be da’îm katîbî leyl û neharim řoj û şew
şew leber cejnî wîsal û řoj le azarî fîraq
xwab û xorakim nîye wełlahî yarim řoj û şew
şew ke dengî helheley dił hat û sabîrPen name řaçenî
xo be bê ḧîkmet nîye wa întîzarim řoj û şew
sabîrîPen name lewsawe ew diłdare we’dey dawe pêm
întîzar û katîbî leyl û neharim řoj û şew