dił nexoşî întîzarî hatnî cananeye

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  461 views
dił nexoşî întîzarî hatnî cananeye
ba wicûd be hatnî, ew şem’e em perwaneye
aferîn ey dił serit dana le řêgey ’eşqî yar
’eşqibazî řastî emcore ser dananeye
herkesê laşey be sûtawî nebînin ehlî dił
aşnayî qet legeł naken dełên bêganeye
ta le wêraney diłim gencî ẍemî şarayewe
her ełêm awa nebê ya řebbî em wêraneye
ta be şimşêrî biroy em şoxe cergim qîme bê
çawekanim her beşî em lêzmey baraneye