ke řojê şer’ û dînim dî egryan

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  417 views
ke řojê şer’ û dînim dî egryan
be herdû deste berbûbûne seryan
le te’sîratî şîn û bawekeřoyan
birînî qelb û azarî cigeryan
witim çîtan beser hat ey ’ezîzan
nemabû quwetî sem’ û beseryan
xulase têgeyştim macerayan
becarê qelb û cergim bûne biryan
ke wityan matemî şêx û melaye
hetîw mawîn û bê xawen we ’uryan
ewane kołeke û fanûsî dîn bûn
le dunyada nema şwên û eseryan
’umûmen munkîrî sadat û derwêş
xisûsen cênşînî pêẍemberyan
witim fermû şewê mîwanî min bin
desim hawîşte ser esto û seryan
řicam lê kirdin û sûdî nebexşî
minîş bûme şerîkî derdî seryan
qesemyan xward ke naçîne wiłatê
nezanin şer’ û dîn û pêẍemberyan
pena be xwa le şeřřî pyawî eḧmeq
dyare batîn û zahîr zereryan
bixiwênin ayetelkursî munewwer
leser kursî deken qanûn leberyan
were sabîrPen name mebe wêłdaşî cahîl
mubeřřabe le exlaq û seqeryan