xudaye ’aciz û bê destełatim

From the Book:
Dîwanî Sabîrî
By:
Sabiri (1881-1944)
 1 minutes  1122 views
xudaye ’aciz û bê destełatim
bigate baregahî to şikatim
serapa ẍerqî ’usyan û gunahim
’efû fermû gunah û seyî’atim
be destî derdewe ẍayet zebûnim
be ḧewl û quwetî toye necatim
egerçî derdekey min bê dewaye
lekin to sehle ḧellî muşkîlatim
xezêney řeḧmetî to bêşumare
minîş miskîn û muḧtacî zekatim
le şukirî nî’metit derçim meḧałe
wekû sabîrPen name heta řojî mematim